Sevim Hatun
05 Adar 2018•Rojanekirin: 06 Adar 2018
İSTANBUL
Wezîrê Karên Derva yê Fransayê Jean-Yves Le Drianê ji bo hin hevdîtinên fermî bike hat Tehrana paytextê Îranê li vir bi hemtayê xwe Cevad Zarîf re kom bû.
Le Drian û Zarîf li avahiya Wezareta Karên Derva ya Îranê hevdîtinên dualî yên nav heyetan de pêk anîn.
Herwiha Le Drian li Tehranê digel Sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Bilind a Netewî ya Îranê Elî Şemxanî re civiya. Tê payin Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî Le Drian pêşwazî bike.