Can Efesoy
06 Mijdar 2026•Rojanekirin: 06 Mijdar 2026
Kovara mehane ya Ajansa Anadoluyê "AA Brifing" bi hejmara xwe ya mijdarê da cihê xwe li ser refan girt.
AA Brifing ku dînamîkên derbarê siyaseta derva, ewlehî, aborî, teknolojî, jîngeh û veguherînên civakî bi analîzên pisporan, lêkolînên taybet, şîroveyên xweser û înfografîkên xurt ra tîne cem hev, geşedanên gerdûnî yên tevlihev bi perspektîfeke têgihiştî, giştgir û pirrehendî pêşkêşî xwêneran dike.
Di hejmara nû ya AA Brifingê da Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan gotareke bi sernavê "Rola xwedîderketina herêmî di siyaseta me ya derva da: Îtifaqa Parastina Mekkeyê" nivîsî.
Wezîr Fidan îtifaqa navborî di çarçoveya armancên xurtkirina aştî û îstiqrara herêmî, piştgirîdana geşedan û refahê, berfirehkirina zemîna sazmanî ya têkiliyên derva yên Tirkiyeyê û tevkariya li veguherîna pergala gerdûnî da dinirxîne.
Ji bilî "aakitap.com.tr"yê ji pirtûkfiroş û xalên firotinê yên bijarte yên li seranserê Tirkiyeyê, kovar peyda dibe.