Di îxracata fêkî û sebzeyên ter da serkêş Rûsya ye
Bi beramberî milyonek û 964 hezar û 812 ton îxracata fêkî û sebzeyên ter a ku ji Tirkiyeyê di 8 mehên salê da ji bo 114 welatan hat kirin va milyarek û 207 milyon û 84 hezar û 507 dolar dahat hat bidestxistin
Trabzon
Ji Tirkiyeyê di serdema rêbendan-tebax a 2019an da ji bo 114 welatan, îxracata fêkî û sebzeyên ter a milyarek û 207 milyon û 84 hezar û 507 dolarî hat kirin.
Li gorî berhevkirina ku peyamnêrê AAyê ji daneyên Yekîtiya Îxracatvanan a Behra Reş a Rojhilat (DKÎB) da hev, ji îxracata fêkî û sebzeyên ter a ku ji Tirkiyeyê di 8 mehên salê da ji bo 114 welatan hat kirin, milyarek û 207 milyon û 84 hezar û 507 dolar dahat hat bidestxistin.
Di îxracata fêkî û sebzeyên ter a ku ji Tirkiyeyê vê serdemê hat kirin da Federasyona Rûsyayê bû yekemîn.
Di serdema rêbendan-tebaxê da 455 hezar û 190 ton fêkî û sebzeyên ter ji bo Rûsyayê hat îxrackirin û 375 milyon û 386 hezar û 968 dolar dahat hat bidestxistin. Pey vî welatî, bi 159 milyon û 802 hezar û 289 dolarî va Almanya, bi 98 milyon û 414 hezar û 511 dolarî va Iraq, bi 81 milyon û 508 hezar 907 dolarî va Romanya û herwiha bi 59 milyon û 125 hezar û 304 dolarî va jî Ukrayna tê.
- "Îxracata ji bo Rûsyayê ji sedî 8 zêde bû"
Serokê Lijneya Rêvebirinê ya DKÎBê Saffet Kalyoncu ji peyamnêrê AAyê ra got ku di serdema 8 mehên salê da di îxracata ku ji bo Rûsyayê hat kirin da dîsa fêkî û sebzeyên ter serî dikişîne.
Kalyoncu diyar kir ku di vê serdemê da ji bo Rûsyayê hemû sektoran bi beramberî 2 milyar û 394 milyon û 346 hezar û 275 dolarî îxracat kir ku ev yek tê wê wateyê, îxracata navborî li gorî heman serdema sala borî ji sedî 8 zêde bû.