16 Sibat 2017•Rojanekirin: 16 Sibat 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji malbata polês Nedîm Onerê ku li Îzmirê dema ku di trafîkê de wezîfe dikir wesayîtekê lê xist û şehîd bû re û ji malbata Çawişê Pispor Murat Tevlîmê ku di Operasyona Mertalê Fêratê de şehîd ket re telgrafa sersaxiyê şand.
Li gor agahiyan Erdogan ji malbata çawiş Tevlîmê ku li bakurê Sûriyeyê di Operasyona Mertalê Fêratê de ji ber êrîşa rêxistina terorê şehîd ket re û ji malbata polês Onerê ku li Îzmirê dema li ser wezîfeyê kar dikir û wesayîtê lêxist şehîd ket re telgrafek şand û sersaxî da malbatan.