16 Sibat 2017•Rojanekirin: 16 Sibat 2017
ANKARA
Alîkara berê ya Şaredarê Çataka navçeya Wanê ya DBPyî Evîn Keve ji ber sûcê "endametiya rêxistina terorê ya çekdar" hat girtin.
Keveya ku der heqê wê da biryara desteserkirinê hebû, bi destê ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê hat binçavkirin.
Keve piştî miemeleyên li ewlekariyê, anîn Edliyeya Enqereyê.
Evîn Keve herwiha ji ser Pergala Înformatîk a Deng û Dîmenê (PÎDD) ji aliyê Dadgeriya Sulh û Cezayê ya Çatakê va jêpirsîna wê hat kirin û ji ber sûcê "endametiya rêxistina terorê ya çekdar" hat tewqûfkirin.