Cüneyt Kemal Özkök
30 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2026
Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yumakli ragihandin ku şewatên li Armutluya Yalovayê, Domanîça Kutahyayê, Altintaşa Kutahyayê, Navenda Çanakkaleyê bi temamî hildan bin kontrolê.
Wezîr Yumakli der barê rewşa dawîn a şewatên daristanê da ji ser hesabê xwe yê NSosyalê daxuyanî da.
Yumakli destnîşan kir ku ji bo parastina "Welatê Kesk" têkoşîna li çar aliyê welêt bi biryardarî dewam dike û der barê xebatên vemirandinê da ev agahî parve kirin:
"Me şewatên li Armutluya Yalovayê, Domanîça Kutahyayê, Altintaşa Kutahyayê, Navenda Çanakkaleyê bi temamî hilda bin kontrolê. Şewatên li Seydîkemera Muglayê, Kaşa Antalyayê, Kumlucaya Antalyayê, Edremît-Altinoluka Balikesîrê, Ayvacika Çanakkaleyê, Gomeça Balikesîrê piranî ket bin kontrolê.
Qehremanên me yên daristanê bênavber midaxeleyî şewata li Alanyaya Antalyayê dikin. Ekîbên me ji bo "welatê kesk" bi şev û roj li ser peywirê ne. Tu jî nebe sedemê şewatên nû."