16 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2018
BURSA
Qaşo fermandarê herêma Eledaxa Wanê yê rêxistina terorê PKKyê li Bursayê hat girtin.
Li gorî agahiyê, ekîbên polêsan ên li cihê kontrolê ya li biniya navçeya Harmancikê, hişyariya "raweste" dan otomobîla ku çav bi wan ket û revî.
Berşikê ku guh neda îxtarê û otomobîla xwe ajot û nesekinî, piştî demekê hat girtin.
Polêsan şik birin wê yekê, nasnameya ku berşik dirêjî wan kir, dibe ku ne ya wî be û agahî dan ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê. Di lêkolîna polêsê dijî terorê da hat tesbîtkirin ku berşik, Reşat Karabalik e ku nasnavê wî yê rêxistinê "Sefkan" e û herwiha qaşo fermandarê rêxistina terorê PKKyê yê herêma Eledaxa Wanê ye.
Hat ragihandin ku Karabalik di destpêka salên 2000î da tevlî rêxistinê bû û herwiha berê jî qaşo fermandarê rêxistinê yê herêma Tendûreka Agiriyê bû.
Eşkere bû ku berşik ev qederek e li Tavşanliya navçeya Kutahyayê li cem xizmên xwe, xwe veşartibû.
Karabalik piştî miemeleyên li Bursayê bo Wanê hat veguhastin û li wir jî bi destê dadgehê hat tewqûfkirin.