Nihat Kavşut
16 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Fewzî el-Cuneydiyê li Filistînê piştî biryara Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ya wek "paytextê Îsraîlê" naskirina Qudsê di bûyerên derketin da bû sembola berxwedanê hat Tirkiyeyê.
Cuneydiyê 16 salî û bavê wî Mihemed el-Cuneydî ji bona beşdarî çalakiya Şaredariya Esenlerê bibin ji Emana paytextê Urdinê bi balafirê hatin Stenbolê û rayedarên şaredariyê li Balafirgeha Ataturk ew pêşwazî kirin.
Cuneydî li ser pirsa der barê tenduristiya wî da destnîşan kir ku milê wî yê rastê baş nagire û got eskerên Îsraîlê li min xistin û bi çekên xwe jî li milê min dan.