ANKARA
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqa Fededal (HKIF) Nêçîrvan Barzanî bi musteşarê Wezareta Karên Derve Ferîdûn Sînîrlîoglû re hevdîtin kir.
Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya serdana Ankarayê de, li Otêla JW Marrîottiyê bi musteşar Sînîrlîoglû re şîv xwar û hevdîtin kir. Berdevkê Hikûmeta HKIFê Sefîn Dîzayî û Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hewramî jî beşdarî hevdîtinê bûn.
Barzanî, piştî şîvê pirsa nûçegihanan a der barê hevdîtinan de persivand û got: "Me hevdîtinên gelekî baş kirin. Min seredaneke xweş kir."