AGRI
Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahaddîn Demîrtaş got: "Serokwezîr dibêje 'Zimanê kurdan hatibû qedexekirin, min zimanê wan serbest kir, lê hê jî rayan didin BDPê' ango ji ber ku em ne AKPyî ne kurd jî nînin?"
Demîrtaş, piştî vekirina akademiya siyasetê ya BDPê ya li navçeya Dogubayazida Agriyê, di mîtînga hat lidarxistin de axivî.
Demîrtaş îdia kir ku kesên heta niha digotin "Me gelê kurd tune kir, qirkir. Me gelê kurd bin ax kir", îro jî rastiya Kurdistana Rojhilata Navîn qebûl nakin û AKP dike şoreşa li Kurdistana rojavayê pêk tê bifetisîne.
Demîrtaş got: "Di sala 2013an de kî ku bibêje kurd tunene dê wan bikin timarxaneyê. Ji ber ku nikarin hebûna kurdan înkar bikin, bi awayên din dixwazin tedbîr bigrin. Dibêjin ku 'Kurd hene lê mafên kurda tune nin. Kurd canê me, birayên me ne. Em bi kurdan re wek goşt û neynokin.' Lê dema dor tê xwe birêvebirinê 'dibêjin ewqas jî nabe.' Hêla herî kirêt a polîtîkaya AK Partiyê ev e."
Demîrtaş destnîşan kir ku siyasetmedar û polîtikayên ku ji gel hêza xwe nestînin tu caran sernakevin û wiha pê de çû: "Serokwezîr got 'Zimanê vî gelê qedexe bû, min zimanê wan da wan; lê hêj jî rayên xwe didin BDPê.' Ango ji ber ku ne alîgirê AK Partiyê ne, nikarin bibin kurd? Ji ber ku rojava alîgirê AK Partiyê nîne, qey Kurdistan jî nîne? Hûn dikarin destûrê nedin? Heke hûn destûrê nedin dê çi bikin? Gelo gelê rojava ji te destûr xwast? Ji bo destûrdayinê serdan kir? Niha xwe wek şahê cihanê dihesibîne."
Demîrtaş, piştî daxuyaniyê ji bo serxweşiyê bide malbat û xizmên Mehmet Nûrî Tanriverdî çû konê serxweşiyê.