01 Nîsan 2016•Rojanekirin: 01 Nîsan 2016
WASHINGTON
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, di çarçoveya serdanên xwe yên li Washingtonê da, digel Serokê DYAyê Barack Obama civiya. Civîna dûalî ya ku li Qesra Sipî birêve çû nêzîka 50 deqîqeyan ajot.
Li gorî çavkaniyên Serokomariyê, civîna dualî piştî şîva ku Serokê DYAyê Obama, li Qesra Sipî, ji bo serokên dewlet û serokên hikûmetan yên ku beşdarî Lutkeya Ewlehiyê ya Nukleerê bûn da bû, birêve çû.
Serokomar Erdogan û Serokê DYAyê Obama di civînê da behsa mijarên hevkariyê yên di navbera Tirkiye û DYAyê da, weke ewlehiya herêmî, têkoşîna dijî terorê û penaberan kirin. Di civîna dualî da herwiha mijara zêdekirina hewlên bipaşxistina DAEŞê û ji navbirina wê hat gotûbêjkirin.
Herdu serokan di civînê da peyamên taziyeyê gihandin qurbaniyên êrîşa Diyarbekirê û ji birîndaran ra hêviya şîfayê kirin.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya Serokomariyê da hat destnîşankirin ku civîna dualî ya herdu serokan di çarçoveya Lutkeya Ewlehiyê ya Nukleerê da hat lidarxistin.
Di çarçoveya Lutkeyê da wê civînên duali yên Serokomar Erdogan bidomin.