31 Adar 2016•Rojanekirin: 01 Nîsan 2016
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di axaftina xwe ya xitaba gel de ya bi navê "Di rêya Tirkiyeya Nû de" ya ku di televîzyonan de hat weşandin de der barê mijarên di rojevê de nirxandin kirin.
- "Lingekî me li rojhilat e, lingekî me li rojava ye"
Davutoglu der heqê ziyaretên xwe yên nav welêt de nirxandin kirin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Lingekî me li rojhilat e, lingekî me jî li rojava ye, lingekî me li Silopiyê ye, lingekî me li Îzmirê ye, lingekî me li Manîsayê ye, lingekî me li Wanê. Ez dixwazim ku ji we re qala ziyareta xwe ya Silopiyê bikim, ji ber ku ziyaretekî wisa bû ku li bendê bûn. Demekî wisa bû ku silopiyî bi hesret li bendê bûn, ez bi hesret li bendê bûm ku bigihêjimê. Ez çûm Silopiyê, min nimêja înê wir bi birayên xwe yên silopiyî re kir. Esnafê xwe re hevdîtin kir, min guh da derdê silopiyan lê herî zêde çi min kêfxweş kir ma hûn dizanin? Min di çavên silopiyiyan de reşbîniya ji ber terorê nedît min xweşbîniya ji ber ku dewlet li ba wan e dît. Bi taybetî dema ku me ji bo nimêja înê em çûne secdê silopiyiyekî dora 90 salî destê min girt û gote min ku 'Dev ji me bernedin' û ev dê her dem di guhê me de be. Dema ez sibê rabûm ev deng di guhê me de be, dema biçime civînê di guhê me de be, bi şev beriya ku bikevim xewê di guhê me de be lê her dem di dilê me de be û ez ji vir dibêjim. Ji birayên xwe yên li Silopiyê re, yên li Cizîrî, Nisêbînî, Yuksekova û navenda Şirnexê re dibêjim; me we tenê nehiştin em ê nehêlin. Ez dibêjime 78 milyon gelê me, yek ji we jî tenê nîne, destê merhametê yê dewletê li ser we ye. Yek ji we bi tu awayî nekevin xemgîniyê, destê qudretê yê dewleta me li gel we ye."
- "Diyarbekir û Sûr rûmeta me ye, teqez dê bên parastin"
Davutoglu diyar kir ku dê biçe Diyarbekirê û wiha axivî:
"Kî çi dibêje bila bibêje em dê bigihêjin Diyarbekira ku her dem di kuncika girîng a dilê me de ye, em ê dîsa bigihêjinê. Em ê Mizgefta Fatîh Paşayê ya ku mîhengên xaîn zirarekî mezin danê bibînin. Em dê li Mînareya Çarling şopên çanda xwe bişopînin. Em dê biçin hizûra Hezretê Silêman. Lê binêrin dema mirov ji vir li Sûrê dinêre bajarekî wekî qelbê ye. Di rastiya xwe de ev sembolek e. Diyarbekir bi nav Sûrê tam jî di nav dilê me de ye. Diyarbekir û Sûr rûmeta me ye, şerefa me ye û teqez dê bên parastin. Ez ji vir bi vê wesîleyê car din spasiya hemû welatiyên me dikim ku dijî terorê li ber xwe dan."