31 Adar 2016•Rojanekirin: 01 Nîsan 2016
MARDÎN
Şaredara Dargêçîta navçeya Mêrdînê Zeynep Sîpçîk bi îdiaya ku endama rêxistina terorê ye, hat girtin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin Sîpçîka ku ji ber gelek dosyeyan der heqê wê de biryara lêgerînê hebû dema ku bi wesayîtê ji navçeya Mîdyatê derbasî Dargêçitê bû hat binçavkirin.
Piştî miameleyên li ewlehiyê Sîpçîkê li Midyatê sewqî dadgehê kirin û Sîpçîk ji ber endamtiya PKK/KCKya rêxistina terorê hat girtin.