Bahar Tanrıtanır
19 Tebax 2026•Rojanekirin: 19 Tebax 2026
Bi armanca ku çûyîn û hatina qeraxê Gola Wanê hêsan bike û piştgiriyê bide potansiyela turîzma herêmê Projeya Rêya Qeraxê Gola Wanê hat amadekirin û di projeyê da xebatên qismê Çîtoren-Ayanîsê dewam dikin.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin hat dayîn, di çarçoveya projeyê da li ser 30 kîlomêtre rêya Çîtoren-Ayanîsê rokirina asfaltê dest pê kir.
Di projeyê da berî niha 20 kîlomêtreyê navbera Otela Sepandinê ya Edremît û Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê hat temamkirin û vekirin. Di navbera Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê û Çîtoren-Ayanîsê da ji bo 30 kîlomêtreyî xebat hatin zêdekirin.
Di kordînasyona Serokatiya Daîreya Kontrol, Temîr û Çêkirina Rêyan da xebat tên meşandin û nêzî 150 makîneyên kar û 250 personel wezîfedar in.
Li gor plansaziyê rê bi tevahî 50 kîlomêtre ye û bi kutakirina projeyê va armanc ew e ku çûyîn û hatina li herêmê hêsan bibe, li qeraxê Gola Wanê liv û tevgera aborî û turîstîk zêde bibe.
Şefê Qada Rêya Qeraxê Fatîh Dabbag got ku li qadê 11 şantiye hene.