Perwerdehî

Li Mûşê ji heman malbatê xwîşk û birayekî beşa tipê qezenc kir

Li Mûşê ji heman malbatê Nehîr Berfîna 18 salî û Mert Alakê 20 salî yên xwîşk û birayê hev in beşa tipê qezenc kirin

Sabri Yıldırım  | 07.09.2021 - Rojanekırın : 11.09.2021
Li Mûşê ji heman malbatê xwîşk û birayekî beşa tipê qezenc kir

Muş

Li Mûşê xwîşk û birayê bi hev ra ji bo ezmûna zanîngehê amadehî dikirin bi hev ra fakulteya tipê qezenc kirin û bûn serfiraziya malbatê.

Nehîr Berfîna 18 salî û Mert Alakê 20 salî yên li taxa Hurriyetê ya Merkezê dijîn di ezmuna YKSyê da fakulteya tipê qezenc kirin.

- "Em serfiraz in ku me herduyan jî di heman salê da beşa tipê qezenc kir"

Nehîr Berfînê li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Meletiyê, birayê wî Mert jî wê li Fakulteya Tipê ya Enqere Yildirim Beyazîtê perwerdeyê bibîne.

Nehîr Berfîna rojê 8 saetan ders xebitiye got wê gelekî ked daye û wiha axivî: "Ez û birayê xwe em bi hev ra xebitîn, me piştgirî da hev. Em bi heman pirtûkê, li ser heman mijaran xebitîn, me niqaşan kir û ev gelekî kêrî me hat. Wek ku tê zanîn ji ber şewba koronayê em malê man, wê demê em bi hev ra xebitîn û em serfiraz in ku me herduyan jî di heman salê da beşa tipê qezenc kir. Ji heman malbatê du kesan tip qezenc kir ku ev pir girîng e. Armanca min a herî mezin ew e ku ez bibim doxtoreka baş."

- "Ez û xwîşka xwe em bi hev ra gelekî xebitîn"

Mert Alak jî got wî ewil beşa hekîmtiya diranan qezenc kiriye lê neçûye, ew salekê dîsa xebitiye û tip qexenc kiriye.

Alak Wiha axivî: "Dê û bavê me piştgiriya madî û manewî dane me, tiştekî me kêm nekirin. Mamosteyên me gelekî alîkariya me kirin. Ez û xwîşka xwe em bi hev ra gelekî xebitîn û me reqabet kir. Ji vê reqabetê em gihîştin encameke baş. Bi taybetî diya min mamoste ye ew ji bo me bû derfeteke baş."

- "Me bi malbatî her tim piştgirî da wan"

Leyla Alaka diya wan jî got ew kêfxweş û serfiraz e ku herdu zarokên wê tip qezenc kiriye û wiha dewam kir: "Ev ne emegê sê çar rojan e, ya bi salan e. Bi taybetî salên dawîn da ji ber şewbê zehmetî çêbûn, ji hêla derûniyê va pirsgirêk çêbûn lê ew têk neçûn. Me bi malbatî her tim piştgirî da wan û em gihîştin vê encamê Ji vir şûn da jî çi ji destê me bê em ê bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın