Yunus Hocaoğlu, Sidar Can Eren, Günay Nuh, İsmail Kaplan
06 Îlon 2021•Rojanekirin: 07 Îlon 2021
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li dibistanan piştî ku hemû tedbîrên Kovîd-19ê hatin wergirtin, sala nû ya perwerde û hîndekariyê dest pê kir.
Li Erziromê xwendekarên ku dest bi perwerdeya rûbirû kirin, li pêşiya dibistanê ji hêla mamosteyan hatin pêşwazîkirin.
Berî destpêkirina perwerdeyê, hemû dibistanên li bajêr hatin dezenfektekirin û verastkirinên pêwîst hatin kirin.
Piştî xwendina Marşa Îstiqlalê, xwendekar digel mamosteyan derbasî polan bûn û dest bi xwendina dersên xwe kirin.
- Tuncelî
Li Tunceliyê 1073 mamoste û 9399 xwendekaran dest bi perwerdeya rûbirû kirin.
Xwendekar sibehê zû hatin dibistanê.
Piştî merasimên li hewşên dibistanan, xwendekarên ku pir kelecanî bûn, li gorî tedbîrên Kovîd-19ê derbasî polên xwe bûn.
- Erdexan
Li Erdexanê jî bi minasebeta serdema nû, Walî Huseyîn Oner polên yekemîn ên Dibistana 23yê Sibatê ya li navenda bajêr ziyaret kirin.
Oner ji xwendekaran ra serkeftin xwest û di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da jî diyar kir ku ew kêfxweş in ku perwerdeya rûbirû dest pê kir.
Walî Oner digel Midûrê Perwerdeya Neteweyî Erhan Bulut polên dibistanê ziyaret kirin û çiqolete li zarokan belav kir.
- Qers
Li Qersê jî xwendekar zehf kêfxweş bûn ku dibistanên wan vebûn.
Xwendekar li hewşa dibistanan kom bûn, li vê derê mamosteyên wan der heqê tedbîrên Kovîd-19ê da agahî dan wan û paşê xwendekar derbasî polan bûn.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî Aydin Acay ji rojnamegeran ra diyar kir ku ew niha kelecanî ne ku ew bi xwendekarên xwe ra dîsa hatin cem hev.
Li herêmê li parêzgehên din ên wekî Îdir, Agirî û Erzinganê jî perwerdeya rûbirû dest pê kir.