Ayşe Şensoy Boztepe
06 Îlon 2021•Rojanekirin: 07 Îlon 2021
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer xwest ku sala nû ya perwerde û hîndekariyê bi xêr be û bi xweşî derbas be.
Wezîr Ozer di parvekirina li ser Twitterê da wiha got, "Îro li her derê welatê me yê xweş, xwendekar, mamoste, xebatkarên perwerdeyê û her wiha dê û bavên xwendekaran me hemûyan bi hev ra deriyê sala perwerde hîndekariyê ya 2021-2022yan vekir. Sala nû ya perwerdeyê bi xêr be û bi xweşî derbas be."