Türkan Tosun
17 Îlon 2018•Rojanekirin: 18 Îlon 2018
ÎSTANBUL
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk diyar kir ku du meh û hefteyek e gelek kes li benda îcraetê ne û wiha got, "Dibêjin 'Divê êdî Ziya Xoce hin tiştan bike'. Li ser medyaya civakî bi taybetî ez vê yekê ferq dikim. Ez mirovekî zanyar im û ez heya daneyê nebînim, ez plansaziyê nakim."
Selçuk bi minasebeta destpêkirina sala nû ya perwerde û hîndekariyê, beşdarî weşana zindî ya TRT Haberê bû û bersivs pirsan da.
Wezîr Selçuk da bibîrxist ku ew ê di 15ê cotmehê da belgeyeke vîzyonê eşkere bikin û wiha dewam kir:
"Ev belge wê nexşerêya me jî derxe holê. Ez dixwazim ku em ligel hevalên xwe rûnin û nexşerêya 3 salan derxînin û diyar bikin ka em dixwazin di nava van 3 salan çi bikin û herwiha em vê yekê jî eşkere, zelal bikin da ku em bikaribin hesabê wê jî bidin.
Du meh û hefteyek e gelek kes li benda îcraetê ye, dibêjin 'Divê êdî Ziya Xoce hin tiştan bike'. Li ser medyaya civakî bi taybetî ez vê yekê ferq dikim. Ez mirovekî zanyar im û ez heya daneyê nebînim, ez plansaziyê nakim. Anku divê ez qadê bibînim û divê em tevî hevalan hemû pergalê di ser ra analîz bikin. Divê ev tişt bê kirin, nexwe mesele ne ew melese ye ku ez êvarê fikirîm û ez ê sibê jî wiha bikim. Ji ber vê qasê jî heya 15ê cotmehê însan bira hinekî sebir bikin. Dê derfeta me çêbe ku em destnîşan bikin bê ka me çi nexşerê xêz kiriye û em dixwazin çi bikin. Ez bi zanetî wê yekê dikim ku destxwera xwe nexim nava îcreatan."
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk der barê perwerdeya mamosteyan da jî wiha axivî, "Ya ewil, di perwerdeya mamosteyên nû mezun bûne da verastkirin wê bê kirin û perwerdeya mamosteyan a wek dibistana mamosteyan a berê di rojevê da ye. Ya duyemîn jî ji mamosteyên me yên heyî ra xizmetek di rojevê da ye."
- "Di dawiya Berfanbarê da 20 hezar mamosteyên din jî dê bên tayînkirin"
Selçuk der heqê tayînkirina mamosteyan da jî wiha axivî, "Em di serdemeke wisa da ne ku em di budceyê da teserufê dikin û li gorî nexşerêyê jî dê di sala 2018an da bi tenê 20 hezar mamoste bihatana tayînkirin. Lê paşê 5 hezar tayînkirinê din jî pêk hat. Ji ber daxwaz û bendewariyên mamosteyên herwe min ji brêz Serokomarê me 20 hezar kadroyên din jî rica kir. Bêyî ku ez hevokeke duyemîn saz bikim, ev 20 hezar kadro hatin standin û di dawiya Berfanbarê da jî ev yek dê were kirin. Ji ber ku em li benda vebûna Meclisê ne, niha em nikarin tayînê bikin. Ji bo tayînê divê qanûn were verastkirin. Wate, di dawiya Berfanbarê da 20 hezar mamosteyên din jî dê bên tayînkirin."