17 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2019
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk got, "Ji bo dibistanên ku navber ket perwerdeyê plan hatin kirin ku seba xwendekaran perwerdeya telafiyê were kirin. Em nahêlin navber têkeve perwerdeyê. Ji bo ku bi her awayî perwerde bidome hildana tevdîran esas e."
Selçuk bi Waliyê Şanliurfayê Abdullah Erîn ra Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Navçeya Akçakaleyê ku di êrîşa mensûbên YPG/PKKya rêxistina terorê da xesar dît, ziyaret kir û tedqîq kir.
Selçuk ji Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Akçakaleyê Abdulhakîm Karadag agahî hilda û li vê derê daxuyanî da rojnamegeran. Selçuk diyar kir, seba hin navçeyên ser sînor ên navber dane perwerdeyê sekinî û got ku tevdîr hatin hildan û wiha dewam kir, "Heke xwendekar û dê û bavê wan bixwazin neqil bibin, em ê li ser pergala me ya e-okulê qeyda wan çêkin."
Wezîr Selçuk li ser pirsa li dibistanên herêmê navber dan perwerdeyê gelo ev navber dewam bike an na wiha bersiv da, "Ji bo dibistanên ku navber ket perwerdeyê plan hatin kirin ku seba xwendekaran perwerdeya telafiyê were kirin. Em nahêlin navber têkeve perwerdeyê. Ji bo ku bi her awayî perwerde bidome hildana tevdîran esas e."