Nihat Kavşut
29 Nîsan 2020•Rojanekirin: 30 Nîsan 2020
Selçukê li Wezareta Perwerdeya Neteweyî daxuyaniya çapemeniyê li dar xist destnîşan kir ji ber pêşniyazên Lijneya Zanistê û fikrên di encama civîna kabîneyê da derketin got ku ji ber tevdîrên dijî Kovîd-19ê perwerdeya ji dûr va wê heta 31ê Gulanê bidomînin.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk diyar kir Birêz Serokomarê piştî civîna kabîneyê ya serê hefteyê dê der barê dîroka LGSyê da daxuyanî bide.
Selçuk destnîşan kir di nav çend rojên dawîn da hejmara xwendekarên pola 11 û 12an yên ku li Platforma Alîkariya Akademîk ya EBAyê qeyda xwe çêkirine nêzîkî milyonekî bû.
Ziya Selçuk diyar kir ji 13ê Nîsana 2002an pê va li ser EBAyê di polên zindî da di nav 15 rojên ewil da hejmara dersan 650 hezarî derbas bû û wiha got: "Ji van dersan bi tenê ji 150 hezarê wê di hefteya ewil da çêbûn. Di hefteya duyem da jî hejmara dersa bû 500 hezar. Ji van dersan jê 200 hezarê wê di dawiya hefteyê da çêbûn û me bi vî awayî rewşeke nû di perwerdeyê da pêk anî."
Selçuk destnîşan kir di mijara derbasbûna ji polê da wê notên heyama ewil hatine hildan derbas bibin û got ku xwendekar notên wan kêmzêde çi be wê derbasî poleke din bibin.