Haydar Şahin
19 Îlon 2018•Rojanekirin: 22 Îlon 2018
ANKARA
Serlêdanên ji bo Ezmûna Destpêkirina Lîsansa Bilind û Personelên Akademîk (ALES) ya ku ew ê di 18ê mijdarê da bi destê Navenda Pîvandin, Bijartin û Bicîkirinê (OSYM) were kirin dest pê kir.
Li gor daxuyaniya li ser malpera OSYMyê hat weşandin ezmûna ALESê ew ê 18ê mijdarê li navenda 81 bajarî û Lefkoşeyê were kirin. Ezmûnê di 10.15an da dest pê bike û ji bo bersivdayînê jî wê 150 deqîqe were dayîn.
Serlêdanên ezmûnê ji îro pê va hetanî 27ê îlonê ew ê dewam bikin û kesên bixwazin dikarin li ser malperê jî serîlêdana xwe temam bikin.