2015 ж. 01 қазан•Rojanekirin: 2015 ж. 01 қазан
ANKARA
Serlêdanên heyama payîzê ya Ezmûna Ketina Perwerdeya Lîsansa Bilind û Personelên Akademîk (ALES) dest pê kir.
Li gor danezana ku di malpera OSYMyê de cî digire ezmûna heya payîzê ya ALESê ya 2015an dê di 22yê sermawezê de bê kirin. Serlêdan ji îro pê ve dê heta 14ê cotmehê bên kirin.
Ji bo ku li saziyên perwerdeya bilind de ji bo kadroyên hîndekar, lêkolîner, wanebêj, pispor, wergêr û plankerê perwerdeyê ji der ve an jî ji kadroyên derveyî hîndekaran de ji bo ku neqlen bên tayînkirin divê bikevine ALESê.
Li Tirkiyeyê ew kesên dixwazin ku di bernameyeke perwerdeya bilind de bi cî bin û perwerdeyê bibînin jî mecbûr in ku bikevin ALESê. Kesên biyanî jî dikarin serî li ALESê bidin.
Namzedên dixwazin ku serî li ezmûnê bidin di nav dîrokên serlêdanê de ji ser navnîşana malpera "http://www.osym.gov.tr" ya OSYMyê dikarin bigihêjin rêber û forma serlêdanê ya namzedan. Dê rêber neyên belavkirin.