ANKARA
Serlêdanên li Sîstema Pîvandin, Hilbijartin û Bicihkirinê (OSYS) dê sibê bi dawî bibin.
Serlêdanên li ser înternetê tên kirin dê sibê di saet 23.59an de, serlêdanên li navendên serlêdanê jî dê sibê heta saeta mesaiyê dewam bikin.
Serokatiya Navenda Pîvandin, Hilbijartin û Bicihkirinê (OSYM) bangewazî kiribû ku maweya serlêdanê di 2yê kanûna paşîn dest pê kir û sibê bi dawî dibe, dê neyê dirêjkirin.
Ji bo serlêdana OSYSê heqê ezmûnê li bankayê tê razandin, lê ev têrê nake divê serlêdan li gor rêzikên di rêbera OSYS ya 2014an de cih digrin, bê temamkirin.
Namzedên ku takekesî serlêdanê dê bikin divê li ser ekranê agahiya "Serdana we bi awayekî serkeftî temam bû" bibînin û divê namzed belgeya agahiyên qeydkirinê hildin.
Piştî serlêdanê dê ji navenda serlêdanê şîfre ji kesê ku serlêdanê dike re bê. Serdanêr dikarê vê şîfreyê li ser navnîşana OSYMê "https://ais.osym.gov.tr" biguhirîne. Divê namzed şîfreya xwe bi kesî re parve neke û biparêze.