Wezareta Perwerdeya Netewî (MEB) dê ji bo 96 beşan 750 mamoste tayîn bike. Ji bo serlêdanê îro roja dawiyê ye. Tayîn dê 27-28ê çiriya paşîn de bên kirin.
Tayîna mamosteyan dê 27-28ê çiriya paşîn 2013an de bê kirin. Kesên ku serlêdan nekiribin dikarin li ser malpera wezaretê serî lêxin.
Serlêdan û tayînkirin dê li ser înternetê bên kirin. Namzet dê bikaribin li ser navnîşana ''http://mebbis.meb.gov.tr'' û ''http://ikgm.meb.gov.tr''ê serî lê xin.
-Dê 29ê çiriya paşîn pê ve dest bi wezîfeyê bikin
Kesên ku ji beşên wekî tirkî, matematîka dibistana seretayî, zanistên fenê, zanistên civakî, wêje û zimanê tirkî, dîrok, erdnîgarî, matematîk (lîse), fîzîk, kîmya, biyolojî, zanista exlaq û çanda dîn, zimanên biyanî (almanî, fransizî, îngilizî) mezûn bûne dê bikaribin bi pûana xwe ya KPSSP121ê serî lê bixin.
Namzetên ku bibin mamoste dê 29ê çiriya paşîn 2013an pê ve dest bi peywirê bikin.