ÎZMIR
Li gor encama LYSê Fatîh Aslan di beşa MFê (Matematîk-Fen) de 500 puan girt û bû yekemînê Tirkiyê.
Fatîh Aslanê ku li Îzmirê di Lîseya Fenê de xwendekar e diyar kir ku pirr bextewar e û piştî ku ew di ezmûna YGS-1ê de bû duyemînê Tirkiyê ne bendê bû ku bibe yekemînê Tirkiyê.
Aslan, encama ezmûnê di rê de hîn bû û wiha axivî: "Piştî ezmûna yekem ez ne benda yekemînbûnê bûm. Di dersxaneya me de hevalên min ên ku nêzîkî heman puanî hebûn. Min ev xebera baş dema ku ez ji Balikesîrê vedigeriyam Îzmîrê hîn bûm. Ez bendê bûm ku ezê di nav 5 kesên ewil de cih bigrim, lê ez ne bendê bûm ku bibim yekemîn."