Haydar Şahin
01 Hezîran 2017•Rojanekirin: 02 Hezîran 2017
ABUJA
Li Nîjeryaya welatê Afrîkaya Başûr biryar hat dayîn ku dersên matematîk û zanistên fenê bi zimanê herêmî bên hînkirin.
Wezîrê Zanist û Teknolojiyê Ogbonnaya Onu diyar kir ku bi Wezareta Perwerdeyê ra li hev kirin û ji bo li dibistana seretayî û ya navîn asta agahiyan û ceribandinan ya xwendekaran zêde bikin biryar dan ku dersên matematîk û zanistên fenê bi zimanê herêmî bên hînkirin.
Onu got, "Hetanî ku zanist û teknolojî tunebe miletek nikare pêş bikeve. Ji bo ku welatê di xeyalên xwe da ava bikin û nijeyayiyan bikin gelekî hêzdar dibê em zanist û teknolojiyê pêş bixin."
Onu diyar kir ku di saya vê biryarê da xwendekarên Nîjeryayê ew ê ji berê zêdetir dersên matematîk û zanistên fenê hîn bibin, li Hindistan û Çînê jî van dersan bi zimanê herêmî hîn dikin.