Selma Kasap
05 Îlon 2021•Rojanekirin: 06 Îlon 2021
Li tevahiya Tirkiyeyê ji bo Kovîd-19ê tevdîr hatin hildan û li dibistanan hemû amadehî hatin kirin û ji îro pê va di hefteyê da 5 rojan perwerdeya rûbirû dest pê kir.
Di çarçoveya amadehiyên sala nû ya perwerde û hîndekariyê da xwendekarên pêşdibistanê û yên pola yekem a dibistana seretayî di 1-3yê îlonê da li dibistanan beşdarî perwerdeya hînbûna dibistanê bûn. Di vê çarçoveyê da 2 milyon û 359 hezar û 422 xwendekaran 165 hezar û 450 mamoste ketin dersê.
Li tevahiya welêt 18 milyon xwendekarên hemû qedem û polan û milyonekî zêdetir mamoste wê wekî beriy şewbê ji sibehê pê va 5 rojan beşdarî perwerdeya rûbirû bibin. Bi destpêka perwerdeya rûbirû ra li tevahiya Tirkiyeyê li dibistan û saziyan tevdîrên Kovîd-19ê hatin hildan û di çarçoveya tevdîran da kantîn, xwaringeh û pansiyon jî wê vebin.
Ji nêzî 58 hezar dibistanan ra di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da seba maske, dezenfektan û pêdiviyên paqijiyê 650 milyon lire pere hat şandin, 113 hezar personelên paqijiyê hatin wezîfedarkirin.