Önder Beyter
06 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2020
ANKARA (AA) - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca bal kişand ku şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) bêtebdîr bi dawî nabe.
Wezîr Koca di parvekirina li ser hesabê xwe yê Twitterê da wiha got, "Heger em îro roj wekî ku şewb tune tevbigerin, sibe roj dibe ku em duh yek ji rojên xwe yên baş bihesînin ku 19 kes mirin, 1127 kes jî nexweşên unîteya nexweşên giran in."
Koca bal kişand ku şewb bêtebdîr bi dawî nabe û hêviya rojeke bitedbîr kir.