30 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2015
ANKARA (AA) - Ji bo bajarên ku li rojhilatê Marmarayê, Rojavayê Behra Reş, Rojhilatê Behra Reş û rojhilatê herêma Rojhilatê Anadoluyê dimînin hişyariya berfê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê da tê texmînkirin şiliya ku ji aliyên rojavayê bakurê welêt dibare îro piştî nîvro zêdetir be.
Tê texmînkirin ku sibê û 1ê kanûna pêşîn li Kocaelî, Sakarya, Yalova, Bûrsa û Balikesîra ku dikeve rojhilatê Marmarayê û li Zonguldak, Duzce, Bartin, Karabuk, Kastamonu û Sînopa ku dikeve herêma Rojavayê Behra Reş gelekî berf bibare.
- Berfa gur dê piştî 1ê kanûna paşîn kêm bibe
Tê texmînkirin ku li van herêman sitûrahiya berfê dê ji 20 santîmetroyê derbas bibe, berfa gur dê ji êvara 1ê kanûna paşîn ve kêm bibe.
Divê hember berfa ku tê texmînkirin ku li rojhilatê Marmarayê, Rojaveyê Behra Reş, Rojhilatê Behra Reş û li rojhilatê herêma Rojhilatê Anadoluyê bibare di serî de pirsgirêkên hatûçûyê divê ji bo pirsgirêkên muxtemel hişyar bin û bergiriyan bigirin.