İbrahim Atmaca
06 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2020
Li parzemîna Afrîkayê jimara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) derket 479 hezar û 788an.
Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên pêketiyên welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da vîrus kişiya wan 13 hezar û 620 zêde bû û derket 479 hezar û 788an.
Jimara kesên ku ji ber pandemiyê mirin di 24 saetên dawîn da 279 zêde bû û derket 11 hezar û 395an.
Ji ber Kovîd-19ê heta niha herî zêde mirin li Misrê çêbû. Li Misrê 3 hezar û 343 kes mirin, li Afrîkaya Başûr 3 hezar û 199 kes mirin, li Cezayîrê jî 952 kes mirin.
Li Seyşeller, Erître, Uganda, Namîbya û Lesothoyê heta niha kes nemiriye.
Li Afrîkaya Başûr jimara pêketiyan nêzî 200 hezarî bû, dû vî welatî ra bi 75 hezar û 253 pêketiyan va Misir, bi 28 hezar û 711 pêketiyan va Nîjerya tê.
Li Afrîkayê jimara nexweşên ku qenc bûne jî ji 230î derbas bûn.