Dinya, Koronavîrus

Ji ber Kovîd-19ê di 24 saetan da li Brezîlyayê 602, Li Meksîkayê 273 li Hindistanê jî 425 kes mirin

Türkan Tosun  | 06.07.2020 - Rojanekırın : 07.07.2020
Ji ber Kovîd-19ê di 24 saetan da li Brezîlyayê 602, Li Meksîkayê 273 li Hindistanê jî 425 kes mirin

Ankara

Di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li Brezîlyayê 602, Li Meksîkayê 273 û li Hindistanê jî 425 kes mirin.

Li Brezîlyaya gelekî di bin tesîra nexweşiyê da man di 24 saetên dawîn da 602 kes ji ber vîrusê mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê bi mirina 602 kesan va hejmara miriyan derkete 64 hezar û 867an, hejmara pêketiyan jî 26 hezar û 51 kes zêde bû derket milyonek û 603 hezar û 55an.

Brezîlyaya ku serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latîn wekî "navenda şewbê" tê nirxandin.

 - Meksîka

Li Meksîkayê di 24 saetên dawîn da ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 273 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê, li welêt di 24 saetên dawîn da 273 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û jimara miriyan derket 30 hezar û 639an.

Li Meksîkayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê jî 4 hezar û 683 zêde bûn û derket 256 hezar û 848an.

Li welêt heta niha 155 hezar û 604 kesên ku bi Kovîd-19ê ketibûn, qenc bûn.

Li Meksîkayê ji ber Kovîd-19ê jimara kesên ku rojane dimirin cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.

Li welêt waqieya ewil di 28ê sibatê da hatibû tesbîtkirin, di 19ê adarê da jî cara ewil kesek ji ber vîrusê miribû.

- Hindistan

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, di rojekê da li Hindistanê jî 425 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, hejmara miriyan gihîşt 19 hezar û 693yan.

Li welêt di 24 saetan da 24 hezar û 248 waqieyên nû hatin tespîtkirin û bi vî awayî hejmara kesên bi wan ra Kovîd-19 heye gihîşt 697 hezar û 413yan.

Li Hindistanê 424 hezar û 433 kes jî ji şewbê filitîn û baş bûn.

Li gor daneyên malpera înternetê "Worldometer"ê Hindistan li dinyayê welatê 4emîn e ku lê herî zêde waqieyên Kovîd-19ê hene.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın