Îstasyona seyar benzînê digihîne kesên di rê da mane
Projeya îstasyona seyar a ku li Iraqê cara ewil kete rewacê digihêje hewara kesên sotemeniya wan di rê da xilas dibe
As Sulaymaniyah
Projeya îstasyona seyar a ku li Iraqê cara ewil kete rewacê digihêje hewara kesên sotemeniya wan di rê da xilas dibe.
Saziyeke taybet li Silêmaniyê projeya îstasyona sotemeniyê ya seyar çêkir. Vê gavê bi 5 wesayîtan proje dewam dike û welatiyên Iraqê eleqeyeke mezin nîşanî projeyê didin.
Kara Ehmedê xwediyê projeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku projeya îstasyona sotemeniyê ya seyar li Iraqê cara ewil kete rewacê.
Ehmed diyar kir ku cara ewil di Eyda Qurbanê da dest bi projeyê kirin û wiha axivî: "Projeya îstasyona sotemeniyê ya seyar li herêmê û Iraqê cara ewil tê tetbîqkirin. Projeya ku berê li Amerîkayê, Qraltiya Yekbûyî û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb dihat tetbîqkirin li Iraqê cara ewil bi destê me tê tetbîqkirin."
Ehmed destnîşan kir ku pergaleke wekî vê ya li Qraltiya Yekbûyî bi sîstema teknolojîk a herî serketî tê tetbîqkirin.
- Diçe cem kesên di rê da mane
Ehmed diyar kir ku ji roje ewil vir da gelê Iraqê eleqeyeke mezin nîşanî projeyê dide û wiha pê da çû:
"Her çiqasî me di demeke kin da dest bi vî karî kiribe jî eleqeyeke mezin dibîne. Welatî têlefonî me dikin û ciyê xwe dibêjin. Em jî di demeke herî kin da diçin cem wan. Hedefa me ew e ku hejmara wesayîtan ji 5an derxin 12an. Em pîlan dikin ku piştî Silêmaniyê li herêmên din ên Iraqê jî projeya xwe bidomînin."
- Ji îstasyonên normal erzantir e
Ehmed destnîşan kir ku ji îstasyonên normal erzantir benzîna normal, navîn û super difroşin.
Ehmed got ku bi vê projeyê va îstixdamê dikin, hetanî nika îmkana kar dan 30 kesî û bi îstasyonên seyar ên teze têxin rewacê va ew ê îstixdamê zêde bikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.