HAKKARÎ
Zarokên Hakkariyî, ji ber germahiya havînê aciz in lêbelê li Hekkariyê hewzê avjeniyê tuneye û ji ber vê yekê jî zarok berê xwe didin gundê Otlûcayê ku bi 10 kîlometreyan dûrî bajêr e. Zarok diçin li robarên vî gundî dikevin avê.
Ji zarokên ku li vir avjeniyê dikin Cumalî Ertuş û Caner Çîftçî gotin ku ji ber germahiya zêde tên ku li vê derê avjeniyê bikin.
Ertuş wiha got: "Li bajêr hewzê avjeniyê tuneye. Ji ber ku hewa zêde germ e, em bi hevalên xwe re tên li vir di robarê de avjeniyê dikin. Heke her roj nebe jî di hefteyekê de herî kêm 3 rojan em tên vir. Em dixwazin ku li Hekkariyê hewzek were çêkirin."