MUŞ
Li gundê Gunduzluya girêdayî navçeya Bûlanikê û Kapiliya girêdayî navçeya Korkutê genimên ku hatibûn dirûtin, ji bo hewcedariya ar li kêleka çem tên şûştin.
Genim, piştî ku di çemê Karakaleyê de hat şûştin, ji bo ku ziwa bibe li ser paçikan tê raxistin û ji bo hêranê tên amadekirin.
Kenan Palandan ji gundê Kapiliyê ji bo genim şûştinê hat û di çem de genim dişo. Palandan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ji bo hewcedariya ar û savarê xwe yê zivistanê, hinek ji genimê ku dirûtibûn, di çem de dişûn.
Palandan got ku ji bo arê bi qelîte hewce ye ku genim di aveke boş de bê şûştin, ji ber vê yekê ew jî tên ser çem. Palandan diyar kir piştî ku genim dişûn li ser paçikan radixin û ziwa dikin.
Palandan got ji ber ku baran îsal zêde barî qelîteya genim çêtir bû û axaftina xwe wiha domand: "Ji bo nanekî bi qelîte hewce ye ku em genim bişûn. Ava li gund têrî şûştina genim nake. Ji ber vê yekê me genim li traxtoran bar kir û anî ber çemê Karakaleya ku 10 kîlometir ji gund dûr e. Em weke malbat tev genimê xwe li vir dişon. Gelek gundî jî genimê xwe li vir dişon."
Palanda dest nîşan kir piştî ku genim şûştin û ziwa kirin, genim didin ber bayê û bêjîng dikin û got ku nanê ku di amadekirina arvanê wî de keda wan heye, hem ji bo tenduristiyê çêtir e û hem jî tamxweştir e.