Jiyan

Zarok bûn xeml û şahiya li Kebeyê

Bi milyonan kes ji bo hecê xwe bikin ji çar aliyên dinyayê hatin Mekeyê di seranserê rojê da derûdora Kebeyê tijî dikin. Zarokên bi hin hecacan ra hatine jî di nav kesên tewafê dikin da eleqeyê dibînin

Haydar Şahin  | 09.08.2019 - Rojanekırın : 14.08.2019
Zarok bûn xeml û şahiya li Kebeyê

Makkah

Bi milyonan kesên ji bo hecê xwe bikin ji çar aliyên dinyayê hatin Mekeyê di seranserê rojê da Mescida Heram tijî dikin. Zarokên bi hin hecacan ra hatine jî di nav kesên tewafê dikin da eleqeyê dibînin.

Bi milyonan hecacên kal û pîr û ciwan bêyî cudahiya reng, ziman, neteweyê beriya weqfeya Erefatê ya beriya Eyda Qurbanê tê kirin ji bo li Kebeyê tewafê bikin hewl didin.

Hin rojan germahiya hewayê derdikeve 40 pileyî ligel vê hecac li Mescida Heramê 24 saetan tewafa xwe didomînin. Ligel qerebalixiyê hecac zarokên xwe yên bi xwe ra anîne erdê pîroz ji xwe naqetînin.

Hin dergûşên çendmehî li hembêza bavê xwe tewafê dikin û li der û dorê zarok tên dîtin. Hecac dema zarokan dibînin kêfxweş dibin.

Zarokên li ser histûyê bavên xwe tewafê dikin an jî li wan deran direvin dilîzin ji Kebeyê ra dibin kêfxweşî.

Di nav wan kesên bi zarokên xwe ra hatine da hecacên ji Tirkiyeyê jî hene.

Bunyamîn Yilmazê ji Kolna bajarê Almanyayê hat Mekeyê bi dê, xanim û Zeyneba 1,5 salî ya qîza xwe ra tewaf kir.

Yilmazê 31 salî yê ji eslê xwe ji Beyşehira Qonyayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku nika li Kebeyê ye û meriv nikare vê hestê terîf bike.

Yilmaz got bo ku Xwedê Teala xiste nesibê wî di ciwaniya xwe da hat erdê pîroz gelekî şikur dike dema Zeyneba piçûk bi xwe ra anîn pêşiyê hinekî tirsiyan û wiha axivî: "Em tirsiyan me got bi zarokê ra ew ê gelekî zor bibe lêbelê her tişt bi hêsanî derbas bû şikur."

Bunyamîn Yilmaz got bi qîza xwe ra Kebeyê temaşe dike ev kêfxweşiyeke mezin e û wiha pê da çû: "Xwedê bike nesîbê hemû Mislimanan."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın