Fatih Gazioğlu
12 Îlon 2017•Rojanekirin: 13 Îlon 2017
GUMUŞHANE
Li Gumuşhaneyê cêwkekî roviyan yê ku tirîmbêlê lê dabû û birîndar kiribû hat dermankirin.
Cêwrikekî roviyan li ser rêya Gumuşhane û Trabzonê gava ku dixwest derbasî aliyê rê yê din bibe tirîmbêlekê lê da û rovî birîndar bû.
Welatiyan rovî bir navçeya Torulê û derman kirin. Piştî dermankirina ewil rovî teslîmî Midûriyeta Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê ya Gumuşhaneyê kirin.
Midûrê Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê ya Gumuşhaneyê Îlbeyi Aydin got ku wan di 8 mehên îsal de 10 heywanên birîndar derman kirine û wiha got:
"Me ji van 8 heb derman kirin û berdana çolê. Ev cêwrikê roviyan jî piştî dermankirina wî xilas bû emê berdine çolê. Welatiyên me di vê meseleyê de hesas in. Gava heywanên birîndar dibînin bila me agadar bikin."