Abdullah Tel
16 Îlon 2017•Rojanekirin: 19 Îlon 2017
ADANA
Li Edeneyê ji mala jinekê du kamyon çop derket.
Şêniyên li Taxa Şehît Duran a ser navçeya Seyhana Navendî dijîn ji ber bêhna ku ji mala Hulya Karamanê (66) dihat aciz bûn û xeber dan Şaredariya Seyhanê.
Li ser îxbarê ekîba Midûriyeta Karên Paqijiyê ya Şaredariya Seyhanê hatin mala Karamanê û wê nexwest ku çopên xwe bide.

Ji ber eksa Karamanê polês jî hatin cihê bûyerê û paşê xebatên paqijkirina malê dest pê kir. Bi qasî du qamyon çop ji hundir hat derxistin û xanî hat dermankirin.
Şêniyên taxê gotin ku ji bêhna çopê aciz dibin ekîbên şaredariyê car caran tên xanî paqij dikin lê Karaman dîsa çopan berhev dike û bi qasî 6 mehan şûn va xanî tê heman halî.