İbrahim Atmaca
08 Adar 2018•Rojanekirin: 09 Adar 2018
ADANA
"Konvoya Wijdanê" ya ji bo dengê jinên ku li Sûriyeyê di girtîgehên rejima Beşşar Esed da derehiqûqî hatine girtin, her roj êşkence li wan tê kirin, bidin bihîstin ji Edeneyê bi rê ket ku here Hatayê.
Konvoya ku ji Stenbolê bi rê ket û 55 welatan meriv beşdar bûn ji 70 otobêsan pêk tê. Rêwiyên konvoyê şeva xwe li Edeneyê Qada Fuarê ya TUYAPê derbas kirin.
Ji ekîba koordînasyonê ya Konvoya Wijdanê Hayrunnîsa Çîçekê daxuyanî da û got ku ew ji bo balê bikşînin ser rewşa jinên ku li Sûriyeyê di girtîgehan da dimînin û ji bo ku werin berdan bi rê ketin.
Çîçekê diyar kir ku li giştiyê dinyayê ji 450iyî zêdetir saziyên civata sivîl piştgirî da vê konvoyê û wiha dewam kir: "Li vê derê nûnerên 55 welatan hene. Em ji Edeneyê bi rê dikevin û rawestgeha me ya dawîn Hatay e. Em ê li wê derê hemû bi hev ra ji bo berdana jinên Sûriyeyî ji hemû dinyayê ra peyamê bişînin."
Rêwî paşê li otobêsan siwar bûn û ber bi Hatayê va bi rê ketin.