Jiyan

Di turîzma gastronomiyê da navnîşanên cîgerê: Edirne, Şanliurfa, Edene, Diyarbekir

Rauf Maltaş, Fikret Kavğalı, Ahmet Kaplan, Gökhan Balcı  | 15.11.2021 - Rojanekırın : 16.11.2021
Di turîzma gastronomiyê da navnîşanên cîgerê: Edirne, Şanliurfa, Edene, Diyarbekir

Edirne

Di demên dawîn da wek cureyeke xwarinê cîger di turîzma gastronomiyê da feydeyê dide turîzm û aboriya bajêran.

Cîger herî zêde li bajarên Edirne, Şanliurfa, Diyarbekir û Edeneyê bi awayên cuda tê çêkirin û turîstên tên van bajaran jî gelekî xwarina wê hez dikin.

Li Şanliurfa û Edeneyê kebaba cîgerê herî zêde serê sibê zû tê xwarin, li Edirneyê nîvro û êvarê cîgera ku di tewayê da hatiye çêkirin tê xwarin, li Diyarbekirê jî kebaba cîgerê êvarê tê xwarin.

Ji ber ku gelek kes cîgerê hez dikin û zêde tê firotan bihayê wê jî zêde bû.

- Kî tê Edirneyê miheqeq cîgerê dixwe

Serokê Komeleya Parastina Cîgera Tewayê û Nasandina Edirneyê Bahrî Dînar ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand Edirne ji hêla çêkirina cîgerê ya di tewayê da li dinyayê navdar e ku li bajêr 30 cihên vî karî dikin heye û feydeya wan digîhîje turîzma bajêr.

Dînar got ji her aliyê dinyayê însan tên Edirneyê ku cîgera ku di tewayê da hatiye çêkirin bixwin û wiha axivî: "Hin caran em dinihêrin hê dikan venebûye mişteriyên me dibêjin "servîsa cîgerê dest pê kir?" Turîstên biyanî û yên nav welêt ne danekî sê danan cîgerê dixwin. Ma sê danan cîger tê xwarin? Em dibêjin xwarinên me yên din jî hene lê ew dibêjin ew ê dîsa kingê bên Edirneyê û sê caran cîgerê dixwin. Em di televizyonê da dibênin ku birayên me yên li Edene, Şanliurfa û Diyarbekirê jî pir baş cîgerê çêdikin, lê em 3 danan çêdikin."

- Li Şanliurfayê rojê 5 ton cîger tê xwarin

Li Şanliurfaya ku ji hêla xwarinê va dewlemend e û wek warê kebabê tê zanîn rojê 5 ton kebaba cîgerê tê xwarin.

Li bajêr di her kuçe û kolanê da dezgehên kebaban hene ku mişteriyên li ser kursiyan dûniştine benda pijandina kebabê ne ku bixwin.

Li Şanliurfayê rojê 500 heywan tê serjêkirin heke têrê neke ji bajarên der û dorê jî heywan tên peydakirin.

Bihayê kebabê dora 20 lireyan tê firotan ku li kêleka wê pîvaz, salete û dew jî tê dayîn.

Serokê Komeleya Turîzma Gastronomiyê ya Şanliurfayê Abdurrahman Acar got turîstên gastronomiyê li gor turîstên bajêr digerin zêdetir pereyan xerc dikin û feydeya vê turîzmê digîhêje bajêr.

Acar wiha axivî: "Kebaba me ya cîgerê cuda ye, bi sed salan e sifreyên me dixemilîne. Dema têrê neke ji bajarên der û dorê jî cîger tê peydakirin. Li bajêr rojê 5 ton cîger tê xwarin, feydeya kebaba cîgerê digîhêje gastronomiya bajêr. Hin herêmên bajêr xwaringehên cîgeran heye, dema mêvanên me tên Şanliurfayê em ewil wan li ser sifreya cîgerê didin rûniştandin. Heke cîgerê nexwin wek ku nehatine bajêr tên hesibandin. Lê bê xwarin êdî dev ji tehma wê nayê berdan."

- "Hinek ji dervayî bajêr tên"

Lutfî Yuksekyaylayê 25 sale karê cîgerfiroşiyê dike jî got ji serê sibê heta nîvê şevê însan tên cîgerê dixwin û wiha axivî: "Em cîgera karan dipêjin. Em hurik hurik hur dikin, bi donê boçikê va di şîşan da rêz dikin, îsota Şanliurfayê li ser direşînin û li ser agirekî kêm dipêjin. Paşê em bi nanê loş ê germ va didin mişteriyan. Hinek ji dervayî bajêr û navçeyên der û dorê tên ku cîgerê bixwin. Di meha remezanê da navbera fitarê û paşîvê da kêfa xwarina cîgerê dewam dike."

- Tehma bitescîl a Edeneyê rastî eleqeyeke mezin tê

Li Edeneyê kibaba cegerê ya bitescîl di taştê da rastî eleqeyeke mezin tê.

Li ser kolana ku jê ra "Kuçeya Cîgerfiroşan (Cîgercîler Sokagi)" tê gotin, li Sûka Kazancilarê ye û bi roniya sibehê va li kolanê telaşeke xweş dest pê dike.

Esnaf mangalên xwe datînin, ji aliyekê va cegeran ji şîşan ra dikin ji aliyekê va jî li ser maseyan şêlim, pîvaz û pincarê bi cih dikin.

Ji serê sibehê pê va dû ser kuçeyê dikeve û bêhna xweş bela dibe. Mişteriyên ku dikevin kuçeyê ji dêvla taştêya ku ji zeytûn, penêr, reçel û berên din pêk tê, kibaba cegerê ya tûj dixwin, şûna çayê jî şêlimê vedixwin.

Mehmet Demircîoglu nêzî 40 salî ye ku di sûka dîrokî da hostetiya kibaba cegerê dike û pîşeyê kalikê xwe didomîne.

Demircîoglu daxuyand ku li Edeneyê di şeveqa sibê da wekî taştê ceger tê xwarin û wiha dewam kir, "Her herêm li gor xwe û çanda xwe cegerê dixwpêjin. Li Edirneyê di tawikê da, li Diyarbekir, Edene û Şanliurfayê li ser mangalê tê pehtin. Li Edeneyê serê sibehê cegera ser mangalê navdar e."

- "Kesên ku Diyarbekirê ziyaret dikin, demildest tên ceger dixwin"

Diyarbekir bi saya çandên xwe yên cuda xwediyê mitfaqeke dewlemen e jî û ziyaretvanên ku tên bajêr, tehmên bajêr pir diecibînin. Kibaba cegerê di nav tehmên herî xweş ên bajêr da ye û di salên dawîn da ji ber ku pir tê ecibandin, li retorantan di rêza ewil a menuyan da tê.

Di salên borî da kesên ku rewşa wan a aboriyê zêde baş nebû, kibaba cegerê tercîh dikirin, lê piştî salan tehma wê navdar bû û ji aliyê turîstên xwemalî û biyanî va jî tê tercîhkirin.

Li navçeya Sûrê ji serê sibehê pê va û ji şev da ser tezgahên seyar ceger tê amadekirin û rastî eleqeyeke mezin tê.

Li bajêr ji hosteyên cegerê Cuma Akin diyar kir ku 32 sal e ku ew vî karî dike, kibaba cegerê berê kêm li ser erebeyên seyar dikhat pehtin.

Akin wiha axivî, "Ceger berê kibaba feqîran bû, lê niha dewlemend jî feqîr jî cegerê dixwin. Kesên ku ça tên Diyarbekirê, tê cegerê dixwin. Ji bajarên derdorê, ji Amerîka, Îngiltere, Almanya û Fransayê jî mişteriyên me tên."

Akin daxuyand ku vê gavê li diyarbekirê rojê ji 5 tonî zêdetir ceger tê xwarin, li ser daxwazê wan jimara kargeha xwe kir du şaxan.

Akin diyar kir ku hin mişterî wexta ku tên, cegerê pakêt dikin û bi balafirê dibin bajarên cuda yên Tirkiyeyê yên wekî Stenbol, Enqere û Îzmirê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.