Fatih Gazioğlu
19 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2019
MUŞ
Rêya di navbera Mûş û Qulpa navçeya Diyarbekirê ya ku hefteya borî ji ber berf û bagerê hatibû girtin hat vekirin.
Tîmên rêbejê ji bo vekirina rêyan dest bi xebatê kir. Tîman berfa ku gihiştibû 6 mêtroyî paqij kirin û rê vekirin.

Şefê Rêbeja Mûşê Kutbettîn Sayilgan daxuyanî da rojnamevanan û got ku rêya Mûş û Qulpa navçeya Diyarbekirê hefteya borî ji ber berf û bagerê hatibû girtin.
Sayilgan got ku wan bi makîneyan di 4 rojan da rê vekir.
Sayilgan diyar kir ku xebatên wan ên ji bo firehkirin û xwêkirina rêyan jî dewam dikin.