Jiyan

Hesp ji bo pêşbirka havînê li ser berfê dibezin

Li Karliovaya navçeya Bîngolê welatî hespên xwe yên pêşbirkê li ser berfê dibezînin.

Türkan Tosun  | 20.01.2019 - Rojanekırın : 21.01.2019
Hesp ji bo pêşbirka havînê li ser berfê dibezin

Bingöl

BÎNGOL 

Li Karliovaya navçeya Bîngolê welatî hespên xwe yên pêşbirkê ji bo pêşbirka havînê amade dikin û wan li ser berfê didin bezandin.

Li Toklulara navçeya Karliovayê gundî debara xwe bi heywandariyê dikin, lê li her malekê hespên wan jî hene.

Her sal di meha tîrmehê da bi hevkariya Qaymeqamtî û Şaredariyê pêşbirka hespan tê lidarxistin.

Gundî zivistanê hespên xwe ji bo vê pêşbirkê amade dikin.

Hespên li ser berfê dibezin xurt dibin û xambûna wan dişkê.

Qalindahiya berfê li hin cihan digîhîje mêtroyekî, lê hesp li ser berfê dibezin û dîmenên xweş derdikevin holê.

- "Hesp ji bo me pir girîng in"

Ji gundiyan Turgay Yilmaz (32) ji nûçegihanê AAyê ra got ew heywandariyê dikin, lê li aliyê din ew ji bo pêşbirka havînê jî hespên xwe xwedî dikin.

Yilmaz got di çanda Anadoluyê da hesp pir girîng e û wiha axivî: "Li gund 300 mal hene û her mal xwedî hespekê ye. Gelempêrî ciwan lê sîwar dibin, lê herkes hespan hez dike. Hesp dema li ser berfê dibezin piyê wan paqij dibe."

Mervan Ender (28) jî got ew ji bo pêşbirka havînê amadehiyan dikin û ew 10 sal e hespê sîwar dibe.

Ender got sîwarbûna hespên xurt xweştir û çêtir e.

Ayetullah Kişlakçi (19) jî got ew ji 8 saliya xwe pê va hespan sîwar dibe.

Kişlakçi got ew yek ji sîwarê herî baş ê gund e, ji bo ku hesp xam nebin û xurttir bibin ew hespan li ser berfê didin bezandin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın