Bülent Temiz
09 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2021
Li Qalîovaya navçeya Bîngolê berf barî.
Li navçeyê bi şev şiliyê dest bi barînê kir û hetanî ber destê sibê dewam kir û li herêmên bilind jî berf barî. Qalindiya berfê ji 15 santêmî derbas bû.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr û Şaredariya Qalîovayê ji bo rê nexitimin dest bi xebatan kirin.
Bi barîna berfê va dîmenên xweşik derketin holê, zarokan têra dilê xwe bi berfê lîstin.
Ersîn ÇÎftçiyê welatî diyar kir ku bi barîna berfê kêfxweş bûn û wiha axivî: "Bi barîna berfê va em gelekî kêfxweş bûn lewra li navçeya me ya lazim dikir ev bû. Em bi qasî 6 mehan di nav berfê da ne. Bi barîna berfê tirsa me ya hişkahiyê çareser dibe."