Ahmet Karaahmet,Mehmet Burak Karacaoğlu
09 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2021
Li Îdliba bakurê rojavayê Sûriyeyê ji ber barana zêde gelek sivîlên di konên li kampan da dijîn perîşan bûn.
Ji şêniyên kampê Mesûd destnîşan kir ku ji ber baranê rewşa zarokan ne baş e û wiha domand: "Rê hemû di heriyê da mane û xizmet jî tuneye."
Mihemed Hesenê li Kampa Um Curunê dimine jî got ku ji ber baranê av li gelek konan qelibî û gelek malbatan koçî hin kampên din kir.
Hesen xwest ku bila ji kesên di kampan da dimînin ra alîkariya cil û berg, xwarin û xurek û êzing û komirê bê kirin.
Fatima Bekira ku av li konê wan qelibî jî got: "Min ji kon tu tiştek dernexist. Hemû di nav heriyê da man. Ez û zarokê xwe bi tenê ne mêrê min girtî ye û ji bilî Xwedê kesekî me tuneye. Ez bangî xêrxwazan dikim ku bila alîkariyê bikin."