Hilmi Tunahan Karakaya,Abdullah Söylemez
09 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2021
ERZURUM (AA) - Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê berfa dibare ew ê tesîra xwe bidomîne.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewravî be, li Îdirê şilî, li Erzirom, Erzincan, Agirî, Qers, Erdexan û Tunceliyê jî berfê bibare.
Germahiya hewayê ew ê ji ya demsalê zêdetir be, hin caran jî bayê rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Qersê di binê sifirê da 5, li Erdexanê di binê sifirê da 4, li Agiriyê di binê sifirê da 2, li Erziormê di binê sifirê da 1, li Tuncelî û Îdirê 2, li Erzincanê jî 3 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Îdirê 5, li Agirî û Erzincanê 4, li Tuncelî û Qersê 3, li Erdexanê jî 0 pile be.