Li Sêrtê gundî di bin stêrkan da fîlman temaşe dikin

Siirt
Li Sêrtê bi saya projeya ku ket rewacê derfet çêbû ku malbatên li gund dimînin di bin stêrkan da rûnên, fîlman temaşe bikin.
Bi teşebusa Midûrê Bajêr ê Xizmetên Civakî û Malbatê Sabrî Sîdar, berî 2 mehan "Projeya di bin Stêrkan da Sînemaya Malbat û Gund ya Servekirî" ket rewacê û bi saya projeyê niştecihên gundan wextê xwe xweş derbas dikin.
Ekîbên di çarçoveya projeyê da diçin gundan, li meydana gund ekranên mezin datînin û ji bo zarokan fîlmê karton, ji bo malbatan jî fîlmên malbatê yên du seans vedikin.
Malbatên ku piraniya wan cara ewil e bi vî awayî fîlman temaşe dikin, wextê xwe xweş derbas dikin.
Ekîbên di çarçoveya projeyê da çûn gundê Dagdoşu yê 100 xaneyî yê ser Erûhê ku berê bi bûyerên terorê derdiket pêş, îro roj bi projeya sînemayê derdikeve pêş.
Li meydana gund ekranên mezin hatin danîn û zarokan digel dê û bavên xwe fîlm temaşe kirin.
Midûrê Bajêr ê Xizmetên Civakî û Malbatê Sabrî Sîdar ji nûçegihanê AAyê ra ragihand ku di çarçoveya projeyê da li 8 gundan çalakî hat lidarxistin.
Zubeyde Nasa li gund ku tevî zarokên xwe fîlm temaşe kir got ku bi saya vê çalakiyê digel gundiyan civiyane, kêfxweş bûne.