Jiyan

Kewarên hingiv bi herf û nemûşan neqişandin

Malbata Şenli ya li Bîngolê bi salan e mozvaniyê dike, bi sîparîşên taybet herfên ewil ên navên sîparîşvanan, nemûşên dil û her wiha hîv û stêrkê li ser kewarên hingiv neqişandin

Rıdvan Korkulutaş  | 26.08.2025 - Rojanekırın : 26.08.2025
Kewarên hingiv bi herf û nemûşan neqişandin Rıdvan Korkulutaş

Bingöl

Malbata Şenli ya li Bîngolê bi salan e mozvaniyê dike, sîparîşên mişteriyên xwe di kewarên taybet ên bi herf û nemûşan neqişandî da dişînin.

Malbata Şenli ya ku li quntara Çiyayê Şeytan ê li navçeya Karliovayê mozvaniyê wekî pîşeya bav û kalan didomîne, di floraya bêhempa da ji bo hilberîna hingivê biqalîte, bênavber dixebite.

Malbata ku par li Londona paytextê Îngiltereyê di pêşbaziya ku ji 54 welatan hilberîner beşdar bûn da xelata zêrîn wergirt, îsal jî di heman pêşbaziyê da bi ser ket.

Mozvan Turgut Şenliyê endamê malbatê par herfên ewil ên navê ap û amojina xwe li ser kewarê neqişand. Şenliyê ku ev kewar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşand, sîparîşên bi heman rengî wergirtin.

Gelek kesên ku xwestin diyariyeke cuda bidin jin yan jî hevala xwe, ji van kewaran xwestin û li ser daxwaza wan, kewar hatin amadekirin. Ji xeynî herfan, her wiha kewarên bi neqş û nemûşên wekî dil û hîv û stêrkê jî hatin amadekirin.

Mozan jî bi xebateke bi qasî 3 meh û nîvan hundirê van herf û nemûşan tijî hingiv kirin. Pakêtên ku amade dibin ji bo kesên sîparîş dane, tên şandin.

Turgut Şenli ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku îsal ber û berhemdariya hingiv gelekî baş e.

Şenli got ku qalîteya hingiv jî rind e û her wiha îşareta coxrafî ya YEyê jî kir ku eleqeya ji bo hingivê Bîngolê zêde bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın