Ji xurbetê vegeriya û aşê ji bav mayî jinûva rakir ser piyan
Çelik Barakçinê li Stenbolê dijî û havînan diçe gundê xwe yê li Agiriyê, aşê avê yê ji bavê wî mayî nû kir da ku wêran nebe

Ağrı
Çelik Barakçinê ku li Stenbolê dijî û havînê hat Taşliçaya navçeya Agiriyê, aşê avê yê ji bavê wî maye, nû kir û jinûva rakir ser piyan.
Barakçinê 61 salî yê li gundê Tokluya Jor hat dinyayê û li Stenbolê dijî, havînan ji xurbetê vedigere gundê xwe.
Barakçin aşê avê yê xalî yê ku berê bavê wî Ferzende Barakçin dixebitand û genim û cehê şêniyên deverê tê da dihêra, wêran nebe, xebat da destpêkirin.
Barakçin mîrata bavê xwe nû kir, alavên tê da jî parastin û aş jinûva rakir ser piyan da ku ji nifşên dahatûyê ra bimîne.
Çelik Barakçin ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku aş di zemanê berê da peywira fabrîqeyekê bi cih dianî û tê da genim û cehê şêniyên deverê dihat hêran.
Barakçin bal kişand ku bi pêşketina teknolojiyê ra aş bêkêr bû, lêbelê ew dîsa jî bi çavê xatirayê li kargehê mêze dikin û wiha dewam kir:
"Ev ji ber ku aşekî avê ye, giringiya wê ya dîrokî pir e. Berê însanan ar û savar nedikirî. Ji genimê xwe yê malê zimhêr û savarê xwe amade dikirin. Bi salan e ez li Stenbolê dijîm lê havînan ez têm gund. Ez ser û guhê aş didim ser hev. Me baniyê wê çêkir. Keda bavê min e. Şikir aş wêran nebû, me parast."
Barakçin her wiha got ku wî dil dikir ku îsal aş têxe fealiyetê lê ji ber karûbarên li Stenbolê wî xwe bi sezonê ra negihand û lewma jî ew ê saleke din aş têxin fealiyetê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.