Jiyan

Berberê Îdirî mişteriyê xwe li serê Çiyayê Agiriyê traş kir

Hüseyin Yıldız  | 26.08.2025 - Rojanekırın : 26.08.2025
Berberê Îdirî mişteriyê xwe li serê Çiyayê Agiriyê traş kir Hüseyin Yıldız

Iğdır

 Berber û çiyagerê Îdirî Murat Akay, mişteriyê xwe yê ku bi wî ra hilkişiya serê Çiyayê Agiriyê, li 5 hezar û 137 metre bilindahiyê traş kir.

Akayê li bajêr 20 sal e berberiyê dike û Nûnertiya Parêzgehê ya Federasyona Çiyageriya Tirkiyeyê (FDT) bi cih tîne, çalakiya hilkişîna serê Çiyayê Agiriyê li dar xist.

Akayê tevî komeke 5 kesî di 3 rojan da derket serê çiya, li vir bi ekîpmanên xwe yên traşkirinê, serê Serkan Uçê ku mişteriyê wî yê daîmî ye, kur kir.

Akayê li zîrweya çiya mişteriyê xwe traş kir, diyar kir ku wî çalakiyeke bi vî rengî pêk anî da ku hem balê bikişîne ser potansiyela turîzmê ya Çiyayê Agiriyê û hem jî pîşeya berberiyê."

Serkan Uçê çiyager jî wiha got, "Tu biçî serê kîjan çiyayî jî ez ê werim û li wir traş bibim.​​​​​​​"

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın