25 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2017
ERZURUM
Li herêma Rojhilata Anadoluyê ji ber sir û sermayê welatî tengasiyê dikşînin.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12an a Meteorolojiyê hat hildan, tê texmînkirin ku li tevahiya herêmê berfê bibare, cemedê çêbe. Dibe ku serê sibê û bi şev cî bi cî mij û dûman çêbe.
Li herêmê germa hewayê di bin sifirê de herî kêm li Agiriyê 28, li Erdexan û Qersê 26, li Erziromê 16, li Îdirê 14, li Ezircanê 6 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku nava rojê jî germa herî zêde li Ezircanê 2, di bin sifrê da li Erziromê 5, li Îdir, Qers û Erdexanê 6, li Agiriyê 8 pile be.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 45, li Erziromê 30, li Qersê 16, li Erdexanê 14, li Îdirê 7 santêmêtro û li Ezircanê jî santêmêtroyek e.
- Berf dibare
Piştî nîvê şevê li Erzirom, Erzingan, Agirî û Tunceliyê berfê dest pê kir.
Ji berfê ku vêga jî berdewam e, li Ezircanê rêya 116 gundan hat girtin.
Li Ezircanê ji bo ku rêya gundan bê vekirin, li Agirî û Tunceliyê jî ji bo ku rê neyên girtin, xebat berdewam in.
Berpirsiyarên meteorolojiyê welatî û rayedar hişyar kirin ku li hemberî serma, cemed, bûsî û mij baldar û bitevdîr bin.