25 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2017
MALATYA
Li Arapgîra navçeya Meletiyê li gundê Aliçliyê, Zohre Zengîna ku tevî 2 xwîşkên xwe dijî, 5 sal berê sertîfîkaya heywandariyê stand û li hewşa mala xwe hewşiyek çêkir.
Şivana jin Zengînê ku digel zexta kesên li derûdora xwe bi 30 pezî va dest bi heywandariyê kir û vêga bêtirî 200 pezî xwedî dike, bi tîrêjên ewil ên tavê va dest bi rojê dike.
Zengînê digel herdu xwîşkên xwe Henîfe û Sati Gulê li hewşî pêz xweyî dikin. Zengînê bi pereyê heywandariyê deynê xwe yê pez dide û herwiha li herdu xwîşkên xwe mêze dike.
Zengînê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku ew, debara xwe bi tenê bi pezê ku ji neferên malbata xwe zehftir jê hez dike, dikin û digel herdu xwîşkên xwe bêyî ku mihtacî kesî bin jiyana xwe didomînin.
Zengînê diyar kir ku ew gelekî ji heywanan hez dike û wiha xeberda:
"Serê sibê beriya taştê, em diçin nava heywanan. Heger za bin, em pêşiyê alifê berx û karan didinê û paşê jî ya mih û bizinan. Wext namîne ku em bi xwe ra eleqedar bibin. Heger heywan birçî bin ez bêhuzûr dibim. Êdî heywan li ber çavê min mîna însanan in."
"Herkes hiş dide min, lê ne nan"
Zengînê diyar kir ku ew, digel derbarkirinê, şivantiyê jî dike û ji ber hindê beriya destpêkê hem malbata wê hem jî yên li derûdora wê bertek nîşanî wê dan û wiha dawî li gotinên xwe anî:
"Malbata min piştgiriya min nekir. Xelk dibêje 'bi serê xwe keç nikarin li çiya şivantiyê bikin, li we nayê. Divê hûn karê jinaniyê bikin.' Herkes hiş dide min, lê ne nan. Lê heya ku ez bikaribim ezê li ber xwe bidim û vî karî bidomînim."